Li Melboûrnê eleqeyeke mezin ji bo dengdanê heye
Li Melboûrnê ji bo dengdanê sindoq hatin danîn. Ji serê siharê ve gel ji bo dengê xwe bidin li hêviya dora xwe man.
Li Melboûrnê ji bo dengdanê sindoq hatin danîn. Ji serê siharê ve gel ji bo dengê xwe bidin li hêviya dora xwe man.
Ji bo tûra duduyan a hilbijartina Serokkomariyê, Kurd û Tirkên li Awûstralyayê dijî ji îro ve diçin ser sindoqan.
Li Melboûrnê dengdayîn îro saet 07:00’an de dest pê kir, heta saet 22:00’an dewam kir.
Pêkhateyên Partiya Çepên Kesk a Melboûrnê hilbijêran li NAV-KURD, Komeleya Çandê ya Awûstralya-Tirkiye û Navenda Çandê ya Anadolûyê dibin ser sindoqê.
Partiya Çepên Kesk û CHP’ê li navenda ku sindoq hatibûn danîn, bi komên cuda yên çavdêr û koordînasyona hevpar re nehiştin ku nelêritiyek çêbibe.